dîsan kolberekî Kurd hate birîndarkirin
2019-04-13 14:06Çap‌Binin419 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

dîsan kolberekî Kurd hate birîndarkirinAjansa Kurdpa: Kolberekî Kurd bi sebeba gollereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Çaldiranê hate birîndarkirin û bo çareseriya pîzişkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 21`ê Xakelêweyê, hejmarek li Kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Çaldiranê, rastî teqeya rasteras a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatin û di encam de, kolberê Kurd yê bi navê “Mecîd Celîlpûr” xelkê devera “Qotûr” a girêdayî bajarê Xoyê bi dijwarî hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd, di encama gollereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, birîndarbûye, û bo çareseriyên pîzişkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Pîzişkî nexweşxaneya bajarê Urmiyê daye xuyakirin ku, rewşa tendrûstiya wî kolberê Kurd xirabe.

Her di vê derheqê de, kolberê Kurd yê bi navê “Bêhroz Çetozade” xelkê gundê “Ture” a girêdayî devera Elend a ser bi bajarê Xoyê bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Xoyê canê xwe jidest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê hişdarî dana pêştir ji wî kasibkarî Kurd re, ew dane ber gulleyan.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/05/23 - 2019-08-14 - 17:28

Kasibkarekî Kurd hate birîndarkirin

1398/05/21 - 2019-08-12 - 12:58

kasibkarekî Kurd hate kuştin

1398/05/19 - 2019-08-10 - 11:39

Welatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/05/17 - 2019-08-08 - 13:50

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/05/17 - 2019-08-08 - 12:00

Welatiyên Kurd bi berdewamî têne desteserkirin

1398/05/15 - 2019-08-06 - 19:38

Ciwanên Kurd bi berdewamî têne desteserkirin

1398/05/14 - 2019-08-05 - 11:56

Welatiyekî Kurd bi awayekî demkî hate azadrkirin

1398/05/13 - 2019-08-04 - 13:00

Dîsan welatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/05/12 - 2019-08-03 - 18:54

Qedera welatiyekî Kurd nexuya ye

1398/05/09 - 2019-07-31 - 13:12

Çalakvaneke Kurd hate desteserkirin

1398/05/08 - 2019-07-30 - 11:55

Wezîfedarekê hêza întîzamî hate kuştin

1398/05/06 - 2019-07-28 - 13:28

Sî hespên kasibkaran hatin kuştin

1398/05/06 - 2019-07-28 - 11:40

Kasibkarekî Kurd hate birîndarkirin

1398/05/05 - 2019-07-27 - 17:01

Endamekî Spaha Pasdaran li Sewlava hate kuştin

1398/05/05 - 2019-07-27 - 12:04

Jineke Kurd ji îdamê rizgar bû

1398/05/03 - 2019-07-25 - 13:44

Du girtiyên Kurd li îdamkirinê rizgar bûn

1398/05/01 - 2019-07-23 - 13:37

Dîsan kolberekî Kurd hate birîndarkirin