Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiye hate veguhastin
2019-04-04 18:50Çap‌Binin259 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiye hate veguhastinAjansa Kurdpa: Hevwelatiyê Kurd yê xelkê devera Mirgewer a Urmiyê, li giritîgeha Îtla`atê bo girtîgeha Navendî a Urmiyê veguhastine.

Li gorî rapora ku gihîştiye bi Ajansa Nûçegihaniya“Kurdpa”yê roja Şemî 10`ê Xakelêweyê, hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Şakir Bêhrûzî” kurê Selîm, xelkê gundê Dizê a girêdayî devera Mirgewer, piştî derbazkirina mehekê di girtîgeha îdareya Îtla`ata Urmiyê, bo girtîgeha Navendî ya wî bajarî veguhastine.

Ew hevwelatiyê Kurd bo benda 1-2 a girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate veguhastin, û di dema desteserkirinê heya niha tu zaniyariyek derheq çarenivîsa navbirî ber dest nînin.

Ew hevwelatiyê Kurd, li 10`ê Reşemeha 1397`an, bi tawana “alîkarîkirin di gel yek ji partiyên Kurd yên Opozîsiyona Hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên îtla`atê ve hatiye desteserkirin, û bi merema lêkolînkirinê bo îdareya Îtla`ata Urmiyê veguhastibûn.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/03/06 - 2019-05-27 - 13:41

Çalakvanekî Kedkariyê yê Kurd hate cezakirin

1398/03/04 - 2019-05-25 - 14:22

Sê ciwanên Kurd hatin desteserkirin

1398/03/03 - 2019-05-24 - 12:46

Sê çalakvanên Kurd hatin desteserkirin

1398/02/30 - 2019-05-20 - 19:05

Du kolberên Kurd hatin birîndarkirin

1398/02/29 - 2019-05-19 - 13:56

Xwendekarekî Kurd hate desteserkirin

1398/02/29 - 2019-05-19 - 13:41

Îtila`atê welatiyekî Kurd desteser kir

1398/02/27 - 2019-05-17 - 13:17

Spaha Pasdaran jîngeha Kurdistanê agir ber didê

1398/02/24 - 2019-05-14 - 18:52

Teqîna mîn li Banê, qurbaniyek lêket

1398/02/24 - 2019-05-14 - 12:24

Welatiyekî Kurd bi 6 sal heps hate cezadan

1398/02/22 - 2019-05-12 - 18:42

Du kasibkarên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin

1398/02/18 - 2019-05-08 - 11:22

Termê kolberê Kurd yê vindabûy peydabû

1398/02/16 - 2019-05-06 - 12:51

Li girtîgeha Meraxê girtiyek hate bidarvekirin