Hevwelatiyekî Merîwanê rastî teqîna mînê hat
2019-04-02 11:03Çap‌Binin241 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Hevwelatiyekî Merîwanê rastî teqîna mînê hatAjanas Kurdpa: Hevwelatiyê Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê, bi sebeba teqîna mînê, bi dijwarî birîndar bû.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 12`ê Xakelêweyê, hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Kerîm Rastî” temen 53`ê salî û kurê Rehman, xelkê gundê Serdoş a girêdayî wî bajarî rastî teqîna mînê hat û pêyeke xwe jidest da.

Yek ji kesên nêzîkî wî hevwelatiyê Kurd ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re, ragehandiye ku: Ev hevwelatiyê Kurd demjmêr 8`ê sibezûya roja Duşemî 12`ê Xakelêweyê, li cihê bi navê “Kevanan a girêdayî Dulebe”, rastî wê bûyera dilgiran hatiye.

Vê çavkaniya agehdar gotiye: Ev hevwelatiyê Kurd bo tedaviyên pîzişikî bo nexweşxaneya “Şar” a bajarê Silêmaniyê a Herêma Kurdistana Îraqê, veguhastine.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Ev hevwelatiyê Kurd pêyeke xwe jidest daye û pê wî yê din jî bi dijwarî birîndar bûye.

Ev hevwelatiyê Kurd niha di nexweşxaneya “Şar” a bajarê Silêmaniyê de, di bin çavdêriyên pîzişkî de ye.

Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/03/06 - 2019-05-27 - 13:41

Çalakvanekî Kedkariyê yê Kurd hate cezakirin

1398/03/04 - 2019-05-25 - 14:22

Sê ciwanên Kurd hatin desteserkirin

1398/03/03 - 2019-05-24 - 12:46

Sê çalakvanên Kurd hatin desteserkirin

1398/02/30 - 2019-05-20 - 19:05

Du kolberên Kurd hatin birîndarkirin

1398/02/29 - 2019-05-19 - 13:56

Xwendekarekî Kurd hate desteserkirin

1398/02/29 - 2019-05-19 - 13:41

Îtila`atê welatiyekî Kurd desteser kir

1398/02/27 - 2019-05-17 - 13:17

Spaha Pasdaran jîngeha Kurdistanê agir ber didê

1398/02/24 - 2019-05-14 - 18:52

Teqîna mîn li Banê, qurbaniyek lêket

1398/02/24 - 2019-05-14 - 12:24

Welatiyekî Kurd bi 6 sal heps hate cezadan

1398/02/22 - 2019-05-12 - 18:42

Du kasibkarên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin

1398/02/18 - 2019-05-08 - 11:22

Termê kolberê Kurd yê vindabûy peydabû

1398/02/16 - 2019-05-06 - 12:51

Li girtîgeha Meraxê girtiyek hate bidarvekirin