Du ciwanên Kurd hatin desteserkirin
2019-03-25 19:46Çap‌Binin380 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Du ciwanên Kurd hatin desteserkirinAjansa Kurdpa: Hêzên îtila`atê du ciwanên Kurd yên xelkê gundên girêdayî bajarê Merîwanê, desteserkirin û bo girtîgeha bajêr veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîtşiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 5`ê Xakelêweyê, du ciwanên Kurd yên bi navên Erselan Nîkxah temen 24 salî û kurê Arif,û Areş Nuzerî temen 23`ê salî û kurê Faîq xelkê gundê Serdoş a girêdayî bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Yek ji rûnştiyên wî gundî ev yeka jî erê kiriye ku, desteserkirina van du ciwanên Kurd bi bê destûra dadgehê hatiye encam dan.

Herwisa vê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye ku: Ev du ciwanên Kurd piştî desteserkirinê bo girtîgeha vî bajarî veguhastine.

Heya belavbûna vê nûçeyê, li sedema desteserkirina van du ciwanên Kurd tu zaniyariyek ber dest nînine.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/23 - 2019-07-14 - 18:39

Kolberekî Kurd hate birîndarkirin

1398/04/23 - 2019-07-14 - 12:38

Hûnermendekî Kurd warê xwe bicih hêla

1398/04/17 - 2019-07-08 - 19:22

Kolberekî Kurd li bajarê Serdeştê hate kuştin

1398/04/11 - 2019-07-02 - 17:39

Desteser kirina welatiyek Kurd li bajarê Nodşê

1398/04/10 - 2019-07-01 - 17:07

Çar welatiên Kurd hatine desteserkirin