Hêzên îtila`atê bo lidarxistina merasima newrozê berdewam astengiyan çê dikin
2019-03-20 16:59Çap‌Binin370 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Hêzên îtila`atê bo lidarxistina merasima newrozê berdewam astengiyan çê dikinAjansa Kurdpa: Tevî vê ku hêzên îtila`atê bo xelkê Kurdistanê astengiyan çê dikin da ku rêûresima newrozê birêve nebin, lê, rûniştiyên gundê “Del” a girêdayê bajarê Merîwanê, rêûresima cejna newrozê lidarxistin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di çend rojên borî de, hêzên îtila`atê bo xelkê gundê “Del” a girêdayê bajarê Merîwanê bo lidarxistina merasima newrozê astengî çê dikirin, lê tevî wan hemû givaş û astengiyan, hevwelatiyên wî gundî biryar dabûn ku wê merasimê lidar bixînin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar ku, ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehandiye ku, di çend rojên borî de, hêzên îtila`atê bo xelkê gundê “Del” a girêdayê bajarê Merîwanê bo pêşgirtin li lidarxistina merasima newrozê gef ji wan xwarbûn, û roja 29`ê Reşemehê(20`ê Adara 2019`an) merasima newrozê li wê gundî wê bê lidarxistin.

Li gorî vê çavkaniyê, Şêvra gundê “Del” a girêdayê bajarê Merîwanê, bi sebeba givaşên îdareya Îtila`ata bajêr, bi weşandina daxuyaniyekê, rêûresima newerozê di wî gundi de betalkirin, û ew daxwazkariya jî, ji aliyê rûniştiyên wî gundî ve hatiye ret kirin.

Her di vê derheqê de, bi sedema givaşên hêzên îtila`atê bo ser xelkên bajarê “Melekşahî” a girêdayê parêzgeha Îlamê, cejna newrozê ya wî bajarî jî, hate hilveşandin.

Hêzên Întizamî û îtila`atê êrîşî ser cihê lidarxistina cejna newrozê kirin û dest bi ser hemî alavên wê rêûresmê de girtin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/23 - 2019-07-14 - 18:39

Kolberekî Kurd hate birîndarkirin

1398/04/23 - 2019-07-14 - 12:38

Hûnermendekî Kurd warê xwe bicih hêla

1398/04/17 - 2019-07-08 - 19:22

Kolberekî Kurd li bajarê Serdeştê hate kuştin

1398/04/11 - 2019-07-02 - 17:39

Desteser kirina welatiyek Kurd li bajarê Nodşê

1398/04/10 - 2019-07-01 - 17:07

Çar welatiên Kurd hatine desteserkirin