Kolberekî Kurd canê xwe ji dest da
2019-03-18 12:47Çap‌Binin311 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Kolberekî Kurd canê xwe ji dest daAjansa Kurdpa: Kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê, bi sedema sirr û seqamê canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşeme 26`ê Reşemehê(17`ê Adara 2019`an), kolberê Kurd yê bi navê “Şakir Miyawqî (Pûrxalidî)” yê xelkê gundê “Dizê” a ser bi devera Mirgewer a girêdayê bajarê Urmiye, li ser sînorê bajarê Serdeştê, bi sedema sirr û seqamê canê xwe jidest da.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ew kolberê Kurd bi sedema sirr û seqamê canê xwe jidest daye, û piştî wê rûdawê, termê navbirî bo nexwşxaneya bajarê Serdeştê hatiye veguhastin.

Her di vê derheqê de jî, roja Şemî 25`ê Reşemehê(16`ê Adara 2019`an) kolberekî din yê Kurd yê bi navê “Mes`ûd Teymûrî” yê xelkê gundê “Kilaş” a girêdayî bajarê Ciwanro, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê “Nosûdê” hatibûe birîndarkirin.

Bi sedema kûrahiya birînan, ev bo tedaviyên pîzişkî, bo nexweşxaneyê hate veguhastine.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/23 - 2019-07-14 - 18:39

Kolberekî Kurd hate birîndarkirin

1398/04/23 - 2019-07-14 - 12:38

Hûnermendekî Kurd warê xwe bicih hêla

1398/04/17 - 2019-07-08 - 19:22

Kolberekî Kurd li bajarê Serdeştê hate kuştin

1398/04/11 - 2019-07-02 - 17:39

Desteser kirina welatiyek Kurd li bajarê Nodşê

1398/04/10 - 2019-07-01 - 17:07

Çar welatiên Kurd hatine desteserkirin