Li bajarê Pêranşarê hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin
2019-03-13 18:16Çap‌Binin252 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Li bajarê Pêranşarê hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirinAjansa Kurdpa: Îtla`ata Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê, hevwelatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê, desteserkir, û ev bo cihekî nediyar veguhastiye.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 18`ê Reşemeh(12`ê Adar)ê, hevwelatiyê Kurd yê bi navê Ebdulselam Husêynî û temen 29 salî û kurê Perwîz, li şehreka Ferhengiyan a ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran, hatiye destesertkirin.

Hêzên îtila`atê bi bê radestkirina destûra dadgehê ev hevwelatiyê Kurd desteserkrine û heya niha bidorçûna malbata wî hevwelatiyê Kurd, bo zelalkirina çarenivîsa navbirî bê encam bûye.

Heya belavbûna vê nûçeyê, ji çarenivîs û sedema desteserkirin wî hevwelatiyê Kurd, tu zanyariyek bedrest nine.

Her di vê pêwendiyê de, du hevwelatiyên din yên Kurd yên bi navên, Qadir Mihemedpûr, temen 28 salî û Êzet Mehmûdî temen 39 salî, û xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê, hatine desteserkirin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/03/04 - 2019-05-25 - 14:22

Sê ciwanên Kurd hatin desteserkirin

1398/03/03 - 2019-05-24 - 12:46

Sê çalakvanên Kurd hatin desteserkirin

1398/02/30 - 2019-05-20 - 19:05

Du kolberên Kurd hatin birîndarkirin

1398/02/29 - 2019-05-19 - 13:56

Xwendekarekî Kurd hate desteserkirin

1398/02/29 - 2019-05-19 - 13:41

Îtila`atê welatiyekî Kurd desteser kir

1398/02/27 - 2019-05-17 - 13:17

Spaha Pasdaran jîngeha Kurdistanê agir ber didê

1398/02/24 - 2019-05-14 - 18:52

Teqîna mîn li Banê, qurbaniyek lêket

1398/02/24 - 2019-05-14 - 12:24

Welatiyekî Kurd bi 6 sal heps hate cezadan

1398/02/22 - 2019-05-12 - 18:42

Du kasibkarên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin

1398/02/18 - 2019-05-08 - 11:22

Termê kolberê Kurd yê vindabûy peydabû

1398/02/16 - 2019-05-06 - 12:51

Li girtîgeha Meraxê girtiyek hate bidarvekirin

1398/02/15 - 2019-05-05 - 17:49

Du hevwelatiyên Kurd bi 10 sal hepis hatin cezadan