Parêzerekî Kurd bi 6 sal heps hate ceza dan
2019-02-12 17:17Çap‌Binin196 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Parêzerekî Kurd bi 6 sal heps hate ceza danAjansa Kurdpa: Parêzerê Kurd yê bi navê “Mes`ûd Şemsnijad” xelkê bajarê Urmiyê, ji aliyê taya 3 ya dadgeha şoreş a wî bajarî ve, 6 sal cezayî hepsê bi ser de hate sepandin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, parêzerê Kurd yê bi navê “Mes`ûd Şemsnijad” xelkê bajarê Urmiyê bi “tometa piropagende lidijî nizam û herwisa hewl dan li dijî ewlehiya neteweyî”, ji aliyê taya 3 ya dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê bi 6 sal heps hate cezadan.

Roja Yekşemî 21`ê Rêbendanê, ew parêzerê Kurd bo taya 3 a birêveberî a dadgeha Şoreş, ya bajarê Urmiyê, hatibû gazîkirin û ew ceza wî re hatibû îlankirin.

Civîna dadgehîkirina “Mes`ûd Şemsnijad” di roja 11`ê Rêbendanê de , bi bê amadebûna parêzer, li taya 3 a dedgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê hatibû lidarxistin, û dadgehê pêka xalên 499 û 500 ya yasaya cezadan ya Îslamî, ew ceza ji navbirî re diyarî kiribû.

Dana 6 sal cezayî hepsê bo wî parêzerê Kurd ,li gorî raportên îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê û herwisa dozgerê wî bajarî bûye.

Roja Sêşemî 18`ê Befranbarê “Mes`ûd Şemsnijad”parêzerê pile yek yê dadweriya bajarê Urmiyê ku, ji aliyê hêzên Îtila`atê hatibû desteserkirin, û piştî tewavkirina qonaxa îfadeyî, di girtîgeha îtila`atê de, navbirî bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê veguhastine.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/11/25 - 2019-02-14 - 17:12

Serbazekî Kurd dawy bi jiyana xwe anî

1397/11/23 - 2019-02-12 - 17:17

Parêzerekî Kurd bi 6 sal heps hate ceza dan

1397/11/23 - 2019-02-12 - 17:15

Jineke Kurd bi awayekî hov hate kuştin

1397/11/17 - 2019-02-06 - 18:04

11 kedkar li ser kar hatine derxistin

1397/11/16 - 2019-02-05 - 17:14

Îdareya îtila`atê 4 mamosteyên Kurd gazî kirin