
Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya "Kurdpa"yê, di heyama rojên borî de, 4 mamosteyên Kurd yên bi navên “Sûhila Se`idî, mamosteya zimanê Erebî, û Hemîd Ariyana, mamosteyê zimanê Îngilîzî, û Es`ed Ewlyayî, birêveberê Nivîsîngeha civakî, û Eta Êsfendiyarî mamosteyî wêjeya zimanê Farsî”, bo îdareya îtila`atê bajarê Dîwandere gazîkirin e.
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar ev 4 mamosteyên Kurd bi sedema gireva seranserî ya mamosteyan, bo îdareya îtla`ata bajarê Dîwandere hatine gazîkirin.
Herwisa vê çavkaniyê daye zanîn ku, hêzên îtla`atê piştî encamdana lêkolînê, gefa dorketina ji girevên wiha ji wan xwarine.
Di Xezelvera îsal de, Şêvra Hevahengî a sênfî ya mamosteyan li Kurdistan û Îranê, ji aliyên navendên îtila`atî ve hatine gazîkirin û lêpirsîn derheq wan de hate encam dane