Pêncemîn kolberê Kurd evsal bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest da
2019-01-16 17:14Çap‌Binin528 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Pêncemîn kolberê Kurd evsal bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest daAjansa Kurdpa: Kolberekî ciwan xelkê bajarê Çaldiranê bi sedema sirê li sînorê vî bajarî canê xwe ji dest da.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Duşemiyê 24`ê Befranbarê, kolberekî law bi navê Emîr Tahirî temen 20 salî xelkê gundê Girgire a çaldiranê, bi sirê canê xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd di dema kolberiyê de, li ser bilindahiyên sînorê di navbera Çaldiran û Tirkiyê rastî vê bûyerê hat.

Eva pêncemîn kolberê Kurd e ku bi sedema sirê li ser bilindahiyên sînorên Kurdistanê canê xwe ji dest dide.

termê vî kolberê Kurd ji aliyê hêzên erteşa Tirkiyê ve bo bajarê Wan a Kurdistana Bakûr hatiye veguhastin û paş rohnbûna nasnameya wî, ji riya sînorê Bazergan ve bo bajarê Çaldiranê hatiye veguhastin.

Roja Şemiyê 22`ê Befranbarê jî, kolberekî Kurd bi navê Eyûb Emînî kurê Mihemed xelkê gundê Deşwan a Selmasê bi sedema sir û sermayê canê xwe ji dest da.

Herweha sê kolberên din bi navên “Yûsif (zanyar) Mihemedî esil” xelkê Pîranşarê, û Zanyar Ezîzzade kurê Silêman xelkê Pîranşarê, û Muzefer Husênî temen 35 salî kurê Elî xelkê gundê Gîsiyan a ser bi navçeya Mirgewer a Urmiyê di dema kolberiyê de bi sedema sirê canê xwe ji dest da.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/11/25 - 2019-02-14 - 17:12

Serbazekî Kurd dawy bi jiyana xwe anî

1397/11/23 - 2019-02-12 - 17:17

Parêzerekî Kurd bi 6 sal heps hate ceza dan

1397/11/23 - 2019-02-12 - 17:15

Jineke Kurd bi awayekî hov hate kuştin

1397/11/17 - 2019-02-06 - 18:04

11 kedkar li ser kar hatine derxistin

1397/11/16 - 2019-02-05 - 17:14

Îdareya îtila`atê 4 mamosteyên Kurd gazî kirin