Çar kolberên Kurd li ser sînorê Bane û Serdeştê hatin kuştin û birîndarkirin
2019-01-14 11:38Çap‌Binin513 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Çar kolberên Kurd li ser sînorê Bane û Serdeştê hatin kuştin û birîndarkirinMalpera Kurdpa: Çar kolberên Kurdê xelkê bajarê Bane û Serdeşt bi sedema teqeya rasterast a hêza nîzamî yên hikûmeta Îranê hatin kuştin û birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihîştiye malpera “Kurdpa”yê êwariya roja Yekşemiyê 23`ê Befranbarê, Kolberekî Kurd bi navê “Namiq Xulamî” xelkê gundê “Xoriyawa” li sînorê Hengejal a Bane bi sedema teqeya rasterast a hêzên nîzamî yên Hikumeta Îranê, canê xwe ji dest da, û du kolberên din jî bi navên “Karzan Emînzade” xelkê gundê “ Xoriyawa” û “Cebar Ehmedî” xelkê gundê “Kanî sûr” bi tundî birîndar bûn.

Namiq Xulamî, di demema veguhastina wî bo navenda dermanî a bajarê Sine canê xwe ji dest da û Cebar Ehmedî, bo çareseriya pizişkî hatibû veguhastin bo nexweşxaneya bajarê Silêmanî li Herêma Kurdistanê.

Ew sê kolberê Kurd bi bê haydarkirina pêştir, ji aliyê hêzên nizamî yên Hikûmeta Îranê ve bûne armanc.

Ji aliyekê din ve jî, çend rojan berî niha, kolberekî Kurd bi navê “Sîrwan Hesenzade” temen 25 salî xelkê Serdeşt li sînorê wî bajarî bi sedema teqeya hêzên nizamî yên Hikumetî bi tundî hatin birîndarkirin.

Hêzên nizamî yên hikûmetî bi bê agadarakirina pêştir li nawçeya “Bajar” ya Serdeştê, teqe li kolberê Kurd kirine, û navbirî bi sedema kûrbûna birîna xwe, bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hate veguhastin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/01/28 - 2019-04-17 - 17:54

Sirr û seqemê canê sê kolberan girit

1398/01/25 - 2019-04-14 - 17:46

Kolberên Kurd bênavber tên kuştin

1398/01/24 - 2019-04-13 - 14:06

dîsan kolberekî Kurd hate birîndarkirin

1398/01/23 - 2019-04-12 - 12:14

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/01/22 - 2019-04-11 - 18:26

Spaha Pasdaran kolberên Kurd dane ber golleyan

1398/01/20 - 2019-04-09 - 12:56

Du hevwelatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/01/18 - 2019-04-07 - 12:55

Sê hevwelatiyên Kurd dawî bi jiyana xwe anîn

1398/01/17 - 2019-04-06 - 13:53

Li Makûyê jineke Kurd hate desteserkirin

1398/01/14 - 2019-04-03 - 13:56

Bi sedema teqîna mînê 2 serbaz birîndar bûn

1398/01/13 - 2019-04-02 - 11:27

Serbazekî Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/01/13 - 2019-04-02 - 11:03

Hevwelatiyekî Merîwanê rastî teqîna mînê hat

1398/01/12 - 2019-04-01 - 12:15

Du kolberên Kurd birîndar bûn