Fermanderekî Hêza Întizamî yê hikûmeta Îranê hate kuştin
2018-11-28 12:06Çap‌Binin295 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Fermanderekî Hêza Întizamî yê  hikûmeta Îranê hate kuştinAjansa Kurdpa: Yek ji fermanderên Hêza Întizamî yên hikûmeta Îranê, di şer û pevçûnekê digel hin kesên nenaskirî de hate kuştin.

Şeva Sêşemiyê 6`ê Xezelwerê, sitwan sê yê bi navê “Mistefa Ebdulmelikî” xelkê bajarê Qurwe û fermanderê binkeya leşkerî ya li ser sînorê Biroşkan û di girûhana Nenûr a bajarê Bane de, di şer û pevçûna di navbera hin kesên nenaskirî de, hate kuştin.

Nûçegihaniyên hikûmeta Îranê, bi piştrastkirina vê nûçeyê ragehandine ku, ev fermanderê Hêza Întizamî di şer û pervçûna digel girûpeke çekdar de hatiye kuştin.

Wê nûçegihaniyê heya nîha derheq çawaniya vî şerî de zaniyariyên zelal belav nekirine.

Berê jî “Bazên Zagros”ê, bi weşandina daxuyaniyekê ragehandibûn ku di şer û pevçûna şeva Înê 23`ê Xezelwerê, di devera “Xêlereş” a girêdayî bajarê Bane, leşkerekî hikûmetê kuştibûn û du kesên din jî birîndar kiribûn.

“Bazên Zagros”ê, nasnameya wî wezîfedarê leşkerî yê hatî kuştin, “Arman Fexrî” ragehandibû, û nasnameya du birîndaran jî, “Luqman Xiyalî û Luqman Menêşlo” ragehandibû.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/09/17 - 2018-12-08 - 17:27

hikûmeta îranê bênavber kolberan dike armanc

1397/09/09 - 2018-11-30 - 12:34

Kolberekî din yê Kurd hate kuştin

1397/09/08 - 2018-11-29 - 16:51

Kolberekî Kurd ji bilindahiyê berbû

1397/09/07 - 2018-11-28 - 17:17

Kolberekî din yê Kurd hate birîndar kirin

1397/09/06 - 2018-11-27 - 18:14

Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgehê veguhastin