Birûşûrên taybet bi roja cîhaniya xebat li dijî tundûtîjiya li hemberî jinan, li bajarê Sine de hate belavkirin
2018-11-25 18:10Çap‌Binin2332 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Birûşûrên taybet bi roja cîhaniya xebat li dijî tundûtîjiya li hemberî jinan, li bajarê Sine de hate belavkirinAjansa Kurdpa: Komîteya jinan ya Navenda Çandî- Civakê ya Zagrosê, bi boneya 25`ê Çiriya Paşîn, roja cîhanî ya xebata li dijî tundûtîjiya li hemberî jinan, birûşûrên taybet di nav hevwelatiyên bajarê Sine de belav kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 2`ê Sermawezê, Komîteya Jinan ya Navenda Çandî-Civakî ya Zagrosê, bi boneya roja cîhanî ya xebata li dijî tundûtîjî ya li hemberî jinan, di nav hevwelatiyên bajarê Sine, di parka Zarok de, birûşûrên taybet bi vê rojê belav kirin.

Ev hereketa Komîteya Jinan ya Navenda Çand-Civakî, ya Zagrosê, digel pêşwaziya bê mînak ya hevwelatiyên bajarê Sine rûbirû bû.

Komîteya Jinan ya Navenda Çandî-Civakî ya Zagrosê, armanca belavkirina vê birûşûra taybet bi roja cîhanî ya xebat li dijî tundûtîjiya li hemberî jinan, pêdagirîkirina li ser girîngbûna wê rojê, û zêdekirina asta zanyariyên hevwelatiyan ji bo xebat li dijî tundtîjiya li hemberî jinan de ragehandiye.

Navenda Çand-Civakî a Zagrosê, di vê peyamê de ji jin û mêrên bajarê Sine re pêşniyar kiriye ku bi alîkariya yektir li dijî tundtîjiya li hemberî jinan bisekinin.

25`ê Çiriya Paşîn roja cîhanî ya xebata li dijî tundûtîjiya li hemberî jinê, û roja gihandina zanyariyan derheq rengên cuda û tevlîhev yên tundûtîjiya cinsî ye.

Civata Gişta ya NY di sala 1999`an de, roja 25`ê Çiriya Paşîn wekî roja cîhanî ya xebata li dijî tundûtîjiya li hemberî jinê bi nav kiriye, û ev roja derfetek bo welatan û saziyên navneteweyî û navendên nedewletî daye zanîn da ku, ji vê bo bilindkirina asta zanyariyên giştî û hînkirinê mifahê jê werbigirin.

Pisporên warê tundûtîjiyê dibêjin ku, herçend ku derheq tundûtîjiya li hemberî jinê zêde bala xwe danê lê, tundûtîjî her wekî mijareke rojevê berdewam e.

Helbet gihandina zanyariyan têrê nake, û rêçara vê pirsgirêkê, hereketên siyasî û zêdekirina bûdca dewletan bo dijberiya vê tundûtîjiyê be.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/12/04 - 2019-02-23 - 16:38

Rewşa girtiyekî siyasî yê Kurd nebaşe

1397/12/01 - 2019-02-20 - 18:12

Çalakvanekî Kurd hate desteserkirin

1397/11/25 - 2019-02-14 - 17:12

Serbazekî Kurd dawy bi jiyana xwe anî

1397/11/23 - 2019-02-12 - 17:17

Parêzerekî Kurd bi 6 sal heps hate ceza dan

1397/11/23 - 2019-02-12 - 17:15

Jineke Kurd bi awayekî hov hate kuştin

1397/11/17 - 2019-02-06 - 18:04

11 kedkar li ser kar hatine derxistin

1397/11/16 - 2019-02-05 - 17:14

Îdareya îtila`atê 4 mamosteyên Kurd gazî kirin