Du giritiyên Kurd yên di girtîgeha bajarê Sine de bê qerar in
2018-11-21 16:52Çap‌Binin323 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Du giritiyên Kurd yên di girtîgeha bajarê Sine de bê qerar inAjansa Kurdpa: Du girtiyên Kurd yên xelkê bajarê Kamyaranê ev du sal in ku, di girtîgeha bajarê Sine de hepsî ne, û heya niha jî çarenivîsa van nediyare.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, du girtiyên Kurd yên bi navên “Heyder Qorbanî” û kurê “Elî” û “Mehmûd Sadiqî” kurê “Arif” xelkê bajarê Kamyaranê di girtîgeha navendî ya bajarê Sine de, piştî derbazbûna du salan bi ser desteserkirina van, heya niha jî bê qerar in.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, îdareya giştî ya îtila`ata bajarê Sine, destêverdanê di piroseya dosyeya van girtiyên Kurd de dike, û her bi vê sebebê jî, heya niha ev du hevwelatiyên Kurd cezayê van nediyare.

Vê çavkaniyê daye eşkerekirin ku, îdareya îtila`atê bi destêverdan di piroseya dadgehîkirina van du girtiyên Kurd de, hewl dide da ku cezayeke giran bi ser van du hevwelatiyên Kurd de bisepîne.

Hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê, di dawiya Rezbera sala 1395`an, ev hevwelatiyên Kurd bi tometa alîkarîkirin bo terorkirina hejamrek ji kesên girêdayî hikûmeta Îranê, desteser kirine.

Her di vê pêwendiyê de jî, “Mehmûd Sadiqî” 10 rojan piştî desteserkirina “Heyder Qorbanî” ji aliyê hêzên îtila`atê ve, her bi vê tometê hatibû desteser kirin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/12/04 - 2019-02-23 - 16:38

Rewşa girtiyekî siyasî yê Kurd nebaşe

1397/12/01 - 2019-02-20 - 18:12

Çalakvanekî Kurd hate desteserkirin

1397/11/25 - 2019-02-14 - 17:12

Serbazekî Kurd dawy bi jiyana xwe anî

1397/11/23 - 2019-02-12 - 17:17

Parêzerekî Kurd bi 6 sal heps hate ceza dan

1397/11/23 - 2019-02-12 - 17:15

Jineke Kurd bi awayekî hov hate kuştin

1397/11/17 - 2019-02-06 - 18:04

11 kedkar li ser kar hatine derxistin

1397/11/16 - 2019-02-05 - 17:14

Îdareya îtila`atê 4 mamosteyên Kurd gazî kirin