Du kasbikarên Kurd bi sebeba gullereşendina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bûn
2018-11-20 17:58Çap‌Binin355 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Du kasbikarên Kurd bi sebeba gullereşendina rasterast  ya hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bûnAjansa Kurdpa: Du kasbikarên Kurd bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê birîndar bûne, û rewşa giştî ya van baş hatiye ragehandin.

Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 28`ê Xezelwerê (18`ê Çiriya Paşîn), du kasbikarên Kurd yên bi navên “Loqman Fethî û Loqman E`elem” xelkê gundê “Armurde” a girêdayî bajarê Bane, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi dijwarî birîndar bûne.

Ev du kasbikarê Kurd li ser sînorê bajarê Bane, bûne armanca rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê, û herwisa bo çareseriyên pizişkî bo navendên tendrustiyê yên bajarê Silêmaniyê a Herêma Kurdistana Başûr hatine veguhastin.

pêka gotinan, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê hişdarî dana pêştir, gulle berdane ser van du kasibkarên Kurd de.

Her di vê pêwendiyê de jî, roja Şemiyî 26`ê Xezelwerê, kolberê xort yê Kurd yê bi navê “Mêhran Dêhstanîrad, temen 15 salî û xelkê gundê “Doleto” a girêdayî bajarê Serdeştê, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî bi dijwarî birîndar bûye, û bo çareseriyên pizişikî bo navendên dermanî yên bajarê Serdeştê veguhastibûn.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/03/04 - 2019-05-25 - 14:22

Sê ciwanên Kurd hatin desteserkirin

1398/03/03 - 2019-05-24 - 12:46

Sê çalakvanên Kurd hatin desteserkirin

1398/02/30 - 2019-05-20 - 19:05

Du kolberên Kurd hatin birîndarkirin

1398/02/29 - 2019-05-19 - 13:56

Xwendekarekî Kurd hate desteserkirin

1398/02/29 - 2019-05-19 - 13:41

Îtila`atê welatiyekî Kurd desteser kir

1398/02/27 - 2019-05-17 - 13:17

Spaha Pasdaran jîngeha Kurdistanê agir ber didê

1398/02/24 - 2019-05-14 - 18:52

Teqîna mîn li Banê, qurbaniyek lêket

1398/02/24 - 2019-05-14 - 12:24

Welatiyekî Kurd bi 6 sal heps hate cezadan

1398/02/22 - 2019-05-12 - 18:42

Du kasibkarên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin

1398/02/18 - 2019-05-08 - 11:22

Termê kolberê Kurd yê vindabûy peydabû

1398/02/16 - 2019-05-06 - 12:51

Li girtîgeha Meraxê girtiyek hate bidarvekirin

1398/02/15 - 2019-05-05 - 17:49

Du hevwelatiyên Kurd bi 10 sal hepis hatin cezadan