Du kedkarên xelkê bajarê Xoyî canê xwe ji dest dan
2018-11-19 17:05Çap‌Binin203 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Du kedkarên xelkê bajarê Xoyî canê xwe ji dest dan Ajansa Kurdpa: Du kedkarên Kurd yên xelkê bajarê Xoyî, di dema kar de rastî bûyerê hatin û canê xwe ji dest dan.

Paşnîvro a roja Yekşemî 27`ê Xezelwerê (18`ê Çiriya Paşîn), du kedkarên Kurd yên xelkê bajarê Xoyî, bi sedema bêhna gazê di kargeha Amoniyakê de fetsîn.

Li gorî gotina yek ji birêveberên Pêtroşîmî a bajarê Urmiyê, ev du kedkarên Kurd, di dema paqjkirina yek ji parên berhemanînê ya kargeha Kirîstala Melamînê de, bi sedema bêhna gazê fetsîn e.

Heya belavbûna vê nûçeyê, nasnameya wan du kedkarên Kurd, nehatiye zelal kirin.

Şevat, fetisîna bi gazê, ketina ji bilindahiyan, nebûna alav û kumên xweparastinê, sedemên birîndarbûn û mirina kedkaran in di dema kar kirinê de, û xuiyaye ku her sal hezaran kedkar rastî bûyerên bi vî rengî dibin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/09/17 - 2018-12-08 - 17:27

hikûmeta îranê bênavber kolberan dike armanc

1397/09/09 - 2018-11-30 - 12:34

Kolberekî din yê Kurd hate kuştin

1397/09/08 - 2018-11-29 - 16:51

Kolberekî Kurd ji bilindahiyê berbû

1397/09/07 - 2018-11-28 - 17:17

Kolberekî din yê Kurd hate birîndar kirin

1397/09/06 - 2018-11-27 - 18:14

Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgehê veguhastin