Mamostayekî Kurd bo îdareya îtila`ata bajarê Sine hate veguhastin
2018-11-18 18:04Çap‌Binin232 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Mamostayekî Kurd bo îdareya îtila`ata bajarê Sine hate veguhastinAjansa Kurdpa: Mamostayê Kurd yê xelkê bajarê Dîwandere piştî desteserkirinê, ev bo îdareya îtila`ata Spaha Pasdaran a bajarê Sine hate veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Omîd Şamihemedî” çalakvanê sênfî yê mamostayan û mamostayê jîngehnasiyê li bajarê Dîwandere, roja Sêşemî 22`ê Xezelwerê, rojek piştî desteserkirinê, ev bo îdareya îtilata`ata Spaha pasdaran a bajarê Sine hate veguhastin.

Li gorî gotina vê çavkaniya agehdar, piştî bi doreçûna malbata “Şamihemedî” bo agehdarbûna derheq çarenivîsa navbirî de, hêzên îtila`atê ji malbata wî re ragehandibûn ku, roja Sêşemî 22`ê Xezelwerê , ev bo girtîgeha Şaramfer a Spaha pasdaranê veguhastine.

Herwisa vê çavkaniyê gotiye ku, “malbata Şamihemedî derheq tometa ku ji vî dane, agehdar nin, û heya niha jî çarenivîsa vî mamostayî Kurd zelal nine”.

Roja Duşemî 21`ê Xezelwerê, Mamostayê Kurd yê bi navê, “Omîd Şamihemedî” xelkê bajarê Dîwandere ji aliyê hêzên kinc şexsî yên girêdayî îtila`atê ve hatibû desteserkirin.

“Omîd Şamihemedî” xwediyê Pirtûkxweneyê di zanîngeha bajarê Dîwandere de ye.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/09/17 - 2018-12-08 - 17:27

hikûmeta îranê bênavber kolberan dike armanc

1397/09/09 - 2018-11-30 - 12:34

Kolberekî din yê Kurd hate kuştin

1397/09/08 - 2018-11-29 - 16:51

Kolberekî Kurd ji bilindahiyê berbû

1397/09/07 - 2018-11-28 - 17:17

Kolberekî din yê Kurd hate birîndar kirin

1397/09/06 - 2018-11-27 - 18:14

Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgehê veguhastin