Îstixbarata bajarê Merîwanê du ciwanên Kurd destbiser kirin
2018-11-17 17:18Çap‌Binin284 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Îstixbarata bajarê Merîwanê du ciwanên Kurd destbiser kirin Ajansa Kurdpa: Du ciwanên Merîwanî, ji aliyê hêzên îstixbarata hikûmeta Îranê ve hatine destbiser kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 24`ê Xezelwerê (15`ê Çiriya Paşîn), du ciwanên Kurd yên bi navên “Şîrwan Rustemî” kurê “Behram” û “Hemdî Rizayî” kurê “Mehmûd” xelkê gundê “Dizlî” a girêdayî bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îstixbarata hikûmeta Îranê ve hatine destbiserkirin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ji nûçegihanê “Kurdpa”yê, li bajarê Merîwanê re ragehandiye ku: Hêzên îtila`atê bi bê radestkirina belgeya qezayî, ev du ciwanên Kurd destbiser kirine, û ev bo ciheyekî nediyar veguhastine.

Vê çavkaniya agehdar di vê derheqê de zêde jî kiriye ku: Bidûreçûna malbatên van du ciwanên Kurd derheq zelalbûna qerara zarokên xwe de bêencam bûye, û heya niha derheq çarenivîsa van de tu zanyariyek ber dest nine.

Heya belavbûna vê nûçeyê, derheq sedema destbiserkirina van du hevwelatiyên Kurd de, tu zanyariyek ber dest nine.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/09/17 - 2018-12-08 - 17:27

hikûmeta îranê bênavber kolberan dike armanc

1397/09/09 - 2018-11-30 - 12:34

Kolberekî din yê Kurd hate kuştin

1397/09/08 - 2018-11-29 - 16:51

Kolberekî Kurd ji bilindahiyê berbû

1397/09/07 - 2018-11-28 - 17:17

Kolberekî din yê Kurd hate birîndar kirin

1397/09/06 - 2018-11-27 - 18:14

Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgehê veguhastin