Du keç û xortek di bajarên cuda yên Îranê de, dawî bi jiyana xwe anîn
2018-11-14 12:33Çap‌Binin273 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Du keç û xortek di bajarên cuda yên Îranê de, dawî bi jiyana xwe anînAjansa Kurdpa: Sê hevwelatiyên Kurd yên xelkê bajarên wekî, Îlam û Urmiyê, bi sedemên zelal dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gorî nûçeyên ku hatine belavkirin, di heyama çend rojên borî de, keç û xortekê bi sedema astengiyên yek ji malbtên wan, derheq pêkanîna jiyana hevpar, wan dawî bi jiyana xwe anîn.

Nasnameya wî xortî û keçikê, “Nîlûfer Minetî” temen 20 salî û “Riza Mo`ezemî” temen 24 salî hatiye ragehand.

Wan ciwanên Kurd bi xwarina hebên wekî, “hebên Birinc” di heyama sê rojan de, ku di destpêkê de, wî xortî û piştre jî keçikê dawî bi jiyana xwe anîne.

Ji aliyekî din ve, roja Sêşemî 22`ê Xezelwerê (13`ê Çiriya Paşîn) keçeke din ya xelka bajarê Urmiyê, xwe ji bilindahiya avahiya çend qat ya li bajarokê “Şêxtepe” avête xwarê, û dawî bi jiyana xwe anî.

Sedema xwekujiya wê keçikê, arîşeyên malbatî hatiye ragehandin.

Roja Yekşemî 20`ê Xezelwerê, zarokê Kurd, yê bi navê “Sîna Husêynî” û kurê “Selah” xelkê bajarê Serdeştê jî dawî bi jiyana xwe anîbû.

Civaknas û pisporên warê derûnî, li ser vê baweriyê ne ku, hejarî, destengî, bêhêvîbûna di nav ciwanan de, sedemên serekî yên xwekujiyê ne.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/12/04 - 2019-02-23 - 16:38

Rewşa girtiyekî siyasî yê Kurd nebaşe

1397/12/01 - 2019-02-20 - 18:12

Çalakvanekî Kurd hate desteserkirin

1397/11/25 - 2019-02-14 - 17:12

Serbazekî Kurd dawy bi jiyana xwe anî

1397/11/23 - 2019-02-12 - 17:17

Parêzerekî Kurd bi 6 sal heps hate ceza dan

1397/11/23 - 2019-02-12 - 17:15

Jineke Kurd bi awayekî hov hate kuştin

1397/11/17 - 2019-02-06 - 18:04

11 kedkar li ser kar hatine derxistin

1397/11/16 - 2019-02-05 - 17:14

Îdareya îtila`atê 4 mamosteyên Kurd gazî kirin