Pêşwaziya PDKÎ ji helwêsta Amerîkayê ya di Şêvra Ewlehiyê de
2018-09-21 17:53Çap‌Binin5229 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Pêşwaziya PDKÎ ji helwêsta Amerîkayê ya di Şêvra Ewlehiyê deAjansa Kurdpa: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, derheq helwêsta Amerîkayê ya di civîna Şêvra Ewlehiyê de, derheq şermezarkirina bombebarankirna binike û baregehên vê partiyê pêşwazî jê kir.

Kerîm Perwîzî, endamê Desteya Kargêrî yê PDKÎ di gotûbêjeke kurt digel Ajansa Nûçegihaniya“Kurdpa”yê, de, tevî pêşwazîkirin ji helwêsta Amerîkayê ya li Şêvra Ewlehiyê ya derheq şermezarkirina bombebarana binke û baregehên vê partiyê de got:”Partiya Demokrat ji helwêsta dewlet û navendên navneteweyî derheq bi terorîst naskirina hikûmeta Îslamî a Îranê em pêşwazî ji van dikin lê em li ser vê baweriyê ne, ku ev helwêstane dibe micid bin”.

Kerîm Perwîzî, endamê Desteya Kargêrî yê PDKÎ
Vî endamê Desteya Kargêrî yê PDKÎ îlankir ku: “Helwêstên micid yên welatên cîhanî dibe bi piraktîk bin ji bo birîna destê terorîst yê komara Îslamî a Îranê, û piştevanîkirin ji xelkê Îranê lihemberî dîktatoriya Apartheid a Îslamî de”.

Perwîzî li ser vê baweriyê ye ku, çavkaniya terorîzim û afirandina aloziyan di Rojhilata Navîn de hikûmeta Îranê ye, û dibêje: “Heya ev rejîma neherife, teror û cînosaît jî dawî pê nayê”.

Roja Pêncşemî 29`ê Xermananê (20`ê Îlonê) “Nikki Haley” nûnera Amerîkayê ya li saziya NY de, di dema axavtina xwe ya li Civata Ewlehiyê de, ev kiryara destêverdanên Îranê di karûbarên welatên deverê de da xuyakirin û tevî şermezarkirina bombebarana binke û baregehên PDKÎ ji aliyê Îranê ve, ev kiryara hikûmeta Îranê jî, “binpêkirina yasayên navneteweyî” da zanîn.

“Nikki Haley”, mûşekbarana binke û baregehên Partiya Demokrat “destêverdanên eşkere yên hikûmeta Îranê di karûbarên welatên deverê de” da naskirin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/01/28 - 2019-04-17 - 17:54

Sirr û seqemê canê sê kolberan girit

1398/01/25 - 2019-04-14 - 17:46

Kolberên Kurd bênavber tên kuştin

1398/01/24 - 2019-04-13 - 14:06

dîsan kolberekî Kurd hate birîndarkirin

1398/01/23 - 2019-04-12 - 12:14

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/01/22 - 2019-04-11 - 18:26

Spaha Pasdaran kolberên Kurd dane ber golleyan

1398/01/20 - 2019-04-09 - 12:56

Du hevwelatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/01/18 - 2019-04-07 - 12:55

Sê hevwelatiyên Kurd dawî bi jiyana xwe anîn

1398/01/17 - 2019-04-06 - 13:53

Li Makûyê jineke Kurd hate desteserkirin

1398/01/14 - 2019-04-03 - 13:56

Bi sedema teqîna mînê 2 serbaz birîndar bûn

1398/01/13 - 2019-04-02 - 11:27

Serbazekî Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/01/13 - 2019-04-02 - 11:03

Hevwelatiyekî Merîwanê rastî teqîna mînê hat

1398/01/12 - 2019-04-01 - 12:15

Du kolberên Kurd birîndar bûn

1398/01/11 - 2019-03-31 - 12:45

Helbestvanekî Kurd dest avête girevê

1398/01/10 - 2019-03-30 - 18:15

Ciwanekî Kurd hate ceza kirin

1398/01/08 - 2019-03-28 - 17:24

Du hevwelatiyên Kurd hatin azadkirin