Pêşbirkê bo koşka Êlîze dest pê kir
2017-04-23 19:40Çap‌Binin6347 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Pêşbirkê bo koşka Êlîze dest pê kirAjansa Kurdpa: Hilbijartin bo bidestxistina posta serkomariya Fransayê dest pê kir, ku 47 milyon hevwelatî dikrin dengê xwe bidin.

Îro hevwelatiyên Fransayê bo diyarîkirina serkomarê nû ê wî welatî çûne ser sinduqan, da ku sikandarê welatê xwe bo çar salên bê diyarî bikin.

Di vê hilbijartinê de, 11 kesî xwe bo posta serkomariyê berbijêr kiriye, û 47 milyon kes jî mafê dengdanê hene.

Di vê hilbijartinê de, rêûşûneke tund ya ewlehiyê bo parastina ewlehiya dengdanê hate girtin, û 50 hezar polîs û 7 hezar serbaz di amadebaşiyê de ne.

li gora wan rapirsiyên ku hatine encamdan, Îmanoêl Mekron 39 salî, kandîdatorê nermrew û bankdarê pêşîn şansê serkevtina wî di gera yekem da heye, û di gera duyem de, di rojên bê de, dikare kandîdatorê rastrew Marîn Lopên ê 48 salî têk bişkîne.

9 kandîdatorê din jî di hilbijartina serkoamriya Fransayê de, beşdarî kirine, ku pirsa koçberan, ewlekarî, û pêşeroja YE ji pirsên herî girîng ên vê hilbijartinê ne.

Di teqînên borî ên Fransayê di heyama du salên borî de, 230 kes bi sedema êrîşên terorîstî li bajarên curbicur ên Fransayê de hatine kuştin, û di êrîşa roja pêncşemiya borî de jî li kolana şanzelîze polîsek hate kuştin.

Lopên helwesteke tund li dijî rejîma Îranê heye. Yasaya bingehîn ya Komara pêncem ya Fransayê ji riya rapirsiya giştî ve, li 28`ê Îlona sala 1958`an hate pejirandin, serkomar li gora destûrê her 5 salan carekê tê hilijartin, parleman jî ji du encumenan wate encumena Pîran ku ji 331 kesî ku her sê salan carekê tê hilbijartin û Komeleya Nîştimanî ku ji 557 kesan pêk tê, tê pêkanîn.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/11/25 - 2019-02-14 - 17:12

Serbazekî Kurd dawy bi jiyana xwe anî

1397/11/23 - 2019-02-12 - 17:17

Parêzerekî Kurd bi 6 sal heps hate ceza dan

1397/11/23 - 2019-02-12 - 17:15

Jineke Kurd bi awayekî hov hate kuştin

1397/11/17 - 2019-02-06 - 18:04

11 kedkar li ser kar hatine derxistin

1397/11/16 - 2019-02-05 - 17:14

Îdareya îtila`atê 4 mamosteyên Kurd gazî kirin