Werzişvanê Rûsiyê ji rikeberiyên parolempîka Riyo yê hatin bêparkirin
2016-08-08 19:34Çap‌Binin12560 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Werzişvanê Rûsiyê ji rikeberiyên parolempîka Riyo yê hatin bêparkirinAjansa Kurdpa: Komîteya Navnetewî ya Parolempîka Riyo yê di biryarekê de, tewahiya werzişvanên Rûsiyê ku qirar bû di heyva dahatî de pişikdarî vê parolempîkê bin, ji pişikdariyê bêpar kirin.

Rojnameya Gardiyenê di vê derheqê de ragehand ku, piştî belavbûna rapora Pr. Riçard Mek larn derheq bi zêdebûna diyardeya “Dûpîng”ê di Rûsiyê de, Komîteya Navnetewî ya Parolempîkê, di biryarekî demkî de, pişikdariya werzişvanê Rûsiyê da sekinandin û tewahiya werzişvanên Rûsiyê bêpar kirin.

Malpera Rûsî ya “Êsport nîk” jî di vê derheqê de, di daxûyaniyekî de eşkere kir ku, Komîteya Navnetewî ya Parolempîkê biryara bêparkirina Werzişvanê me daye.

Di vê daxûyaniyê de hatiye ku, “Heyeta birêveberiyê biryar daye ku werizişvanên Rûsî bêpar bike, û hevdem endametiya Komîteya Rûsî ya Parolempîkê jî di vê rêkxistina navnetewî de, dan hiloşandin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/11/25 - 2019-02-14 - 17:12

Serbazekî Kurd dawy bi jiyana xwe anî

1397/11/23 - 2019-02-12 - 17:17

Parêzerekî Kurd bi 6 sal heps hate ceza dan

1397/11/23 - 2019-02-12 - 17:15

Jineke Kurd bi awayekî hov hate kuştin

1397/11/17 - 2019-02-06 - 18:04

11 kedkar li ser kar hatine derxistin

1397/11/16 - 2019-02-05 - 17:14

Îdareya îtila`atê 4 mamosteyên Kurd gazî kirin