Firansayê hemû alîkariyên darayî ên mizgevtên welatê xwe dan sekinandin
2016-07-31 13:21Çap‌Binin11020 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Firansayê hemû alîkariyên darayî ên mizgevtên welatê xwe dan sekinandinAjansa Kurdpa: Piştî êrîşa “Dewleta Îslamî” bo ser kilîsayekî li Firansayê û kuştina kişîşekî wî kilîsayî, serokwezîrê Firansayê roja Înê berwarê 30’ê Tîrmeha 2016’an, di daxûyaniyekî de ragehand ku, Firansa wê hemû alîkariyên derveyî, ên derveyî Firansayê, bo mifgevtên hundir Firansayê, bo heyameke demikî bên sekinandin.

“Mano’êl Wals” di daxûyaniya xwe de serbarê vê ku ragehand Firansa cihê Selefiyan nine, daxwaza guherînkariya têkiliyên di navbera nawendên Îslamî û dewletê de kir.

Navbirî tekez kir ku serbarê sekinandina darayiyên mizgevtên di nava Firansayê de, hewce ye ku, hemû pêşnimêjên mizgevtên Firansayê, berî destbikarbûnê, di nava sîstema perwerdehiya Firansayê de bên perwerde kirin.

Her di vê derheqê de Delîl Ebûbekir, pêşnimêjê mizgevta mezin ya Parîs a serbajarê Firansayê jî di vê derheqê de ragehand ku, hewcehiyek îroyî ye ku, guherînkariyê bingehîn di peywendiyên di navbera nawendên Îslamî û dewletê de bên pêkanîn.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/09/17 - 2018-12-08 - 17:27

hikûmeta îranê bênavber kolberan dike armanc

1397/09/09 - 2018-11-30 - 12:34

Kolberekî din yê Kurd hate kuştin

1397/09/08 - 2018-11-29 - 16:51

Kolberekî Kurd ji bilindahiyê berbû

1397/09/07 - 2018-11-28 - 17:17

Kolberekî din yê Kurd hate birîndar kirin

1397/09/06 - 2018-11-27 - 18:14

Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgehê veguhastin