Tramp bû berbijêrê dawiyê yê Komarîxwazan
2016-07-21 20:46Çap‌Binin11162 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Tramp bû berbijêrê dawiyê yê KomarîxwazanAjansa Kurdpa: Tramp bi bidestvanîna piraniya dengên endamên Komarîxwazan, wekî berbijêrê dawiyê ê vê partiyê hate hilbijartin.

Li gora nûçegihaniyan, Tramp bi bidestxistina 1237 dengên “belê”, ji koma 2 hezar û 472 heyetên hilbijartinê ên Komarîxwazan, di kongireya neteweyî ya vê partiyê de, bû berbijêrê dawiyê ê Komarîxwazan, di hilbijartina serkomariyê de, ku roja 8’ê Novemberê wê bi rê ve biçe.

Tramp piştî vê serkevtina xwe li ser hesaba xwe ya “twitter”ê nivîsand ku: “Hilbijartina min wekî berbijêrê Komarîxwazan cihê şanaziyê ye, ezê zêde kar bikim, û nahêlim ku hûn bê hêvî bin, Amerîka li serweyî her tiştî ye”.

Serbarê vê ku Tramp ratsî gellek rexneyan hatiye, û dibêjin ew siyasetê nizane, lê wî karî bi ser 16 rikeberên xwe de serkevtinê bi dest bixe.

Tê gotin ku berbijêrê Demokratan jî, di rûniştina hefiya bê ya Partiya Demokrat a Amerîkayê de, wê eşkere bibe, û zêdetir egera serkevtina Hêlarî Kilintonê heye.

Tramp bi diruşma “Cardin Amerîkayê bike mînak” beşdarî hilbijartinê bûye, û yekem car roja 15’ê Hezîrana 2015’an bi awayekî fermî berbijêriya xwe ragehand.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/09/17 - 2018-12-08 - 17:27

hikûmeta îranê bênavber kolberan dike armanc

1397/09/09 - 2018-11-30 - 12:34

Kolberekî din yê Kurd hate kuştin

1397/09/08 - 2018-11-29 - 16:51

Kolberekî Kurd ji bilindahiyê berbû

1397/09/07 - 2018-11-28 - 17:17

Kolberekî din yê Kurd hate birîndar kirin

1397/09/06 - 2018-11-27 - 18:14

Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgehê veguhastin