El-cobeyr: Tayifegerî digel hatina Xomêynî hate herêmê
2016-07-20 17:31Çap‌Binin16515 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

El-cobeyr: Tayifegerî digel hatina Xomêynî hate herêmêAjansa Kurdpa: Wezîrê Karê Derve yê Erebistanê ragehand ku Xomêynî di sala 1979’an de, bi xwe re şerê tayifî anî herêmê.

Li gora nûçegihaniyan, Wezîrê Karê Derve ê Erebistanê Adil El-cobeyr di hevpeyvîna bi El-erebiye re ragehand ku, Îranê yekem car Hizbullaha Lubnanê wekî yekem saziya terorîstî ya tayifî anî nav herêma me de.

Wî ragehand ku ji wê demê ve ku rejîma Îranê hate ser kar, Erebistanê tu dijatiyek bi Îranê re tunebû, lê eva di demekê de ye ku Îran berdewam şerê Erebistanê û welatên Kendavê dike.

Adil Elcobeyr hişdarî da rejîma Îranê, û got ku dibe ew bi guherîna siyasetên xwe, riyeke baş û bi cî li ser bingeha yasayên navneteweyî û prensîpên cînaretiyê, ji xwe re hilbijêrin.

Wî bi tundî Hesen Rûhanî jî rexne kir, û got ku heya niha jî me tu nermiyek ji wî nedîtiye, û berdewam wî dijberiya me kiriye.

Hêjayî basê ye ku piştî têkçûna pêwendiyên dîplomatîk ên di navbera Îran û Erebistanê de, berdewam rejîma Îranê,Erebistanê bi piştgiriya dijberên xwe tohmetbar dike, û cara dawiyê jî, wan Erebistan bi piştgiriya ji PDKÎ tawanbar kirin, û ragehandin ku PDKÎ bi perê Erebistanê şerê wan dike, lê Erebistanê ew tohmet ret kirin, û ragehand ku eva Komara Îslamiya Îranê ye, ku bi bêy hebûna tu belgeyan me tawanbar dike, lê berevajî eva Îran e ku li dijî me destêwerdanê di nava karûbarên me de dike, û hewla nearamkirina Erebistanê û welatên din ên Kendavê dide.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/23 - 2019-07-14 - 18:39

Kolberekî Kurd hate birîndarkirin

1398/04/23 - 2019-07-14 - 12:38

Hûnermendekî Kurd warê xwe bicih hêla

1398/04/17 - 2019-07-08 - 19:22

Kolberekî Kurd li bajarê Serdeştê hate kuştin

1398/04/11 - 2019-07-02 - 17:39

Desteser kirina welatiyek Kurd li bajarê Nodşê

1398/04/10 - 2019-07-01 - 17:07

Çar welatiên Kurd hatine desteserkirin