Lomond: Heşda Şe’bî bi sedan Suniyên Felucî îdam û bêserûşûn kirine
2016-07-03 18:25Çap‌Binin16995 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Lomond: Heşda Şe’bî bi sedan Suniyên Felucî îdam û bêserûşûn kirineAjansa Kurdpa: Rojnameya Lomond ya Firansî di raporekî de bas ji cînayetên çekdarên Heşda Şebî ya ser bi Komara Îslamî ya Îranê, li Feluce ya ser bi parêzgeha Enbarê dike.

Lomond di rapora xwe de dibêje ku, ligorî gotina karbidestên parêzgeha Enbarê, 50 hewelatiyên Sunî ên parêzgeha Enbarê, bê tawan hatine îdamkirin û 700 hemwelatiyên din bêserûşûn in, û herweha 605 kesên din jî bûne qurbaniyê tundutîjiyên curbicur ên çekdarên Heşda Şe’bî ya ser bi Komara Îslamî ya Îranê.

Di beşek di ya rapora Lomondê de ji ziman hemwelatiyekî xelkê gundekî “Şingalê” hatriye ku, 300 kes ji xelkê gundê me roja 25’ê Gulana 2016’an, liser îzna DAÎŞ’ê gundê xwe û bi giştî deverên şer bicih bihêlin, lê di dema ku ji destê DAÎŞ’ê derbazb bûn, bûne armanca gulebarana Besîcî û çekdarên Heşda Şe’bî.

Rapor di beşek din de ji ziman hemwelatiyekî xelkê El-Seqlawiye ku ji aliyê çekdarên Heşda Şe’bî ve hatibûn binçavkirin dibêje ku, “Bi dehan çekdar ku hinek ji wan rûçikên xwe dapoşîbûn, bi mîleyên Asinî li me dixistin, piştî lêxistinê wusa hizir kirin ku min cane xwe jidest daye, lewra ez birim û li odeyek din denim, dema ew ji odeyê derketin û min cavê xwe vekir, min dît ku termê bêcan ê pitir ji 50 kesî di odeyê de ye.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/23 - 2019-07-14 - 18:39

Kolberekî Kurd hate birîndarkirin

1398/04/23 - 2019-07-14 - 12:38

Hûnermendekî Kurd warê xwe bicih hêla

1398/04/17 - 2019-07-08 - 19:22

Kolberekî Kurd li bajarê Serdeştê hate kuştin

1398/04/11 - 2019-07-02 - 17:39

Desteser kirina welatiyek Kurd li bajarê Nodşê

1398/04/10 - 2019-07-01 - 17:07

Çar welatiên Kurd hatine desteserkirin