Simînara partên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê li stockholm dest bi karê xwe kir
2014-05-18 10:14Çap‌Binin467 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Simînara partên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê li stockholm dest bi karê xwe kirAjansa Kurdpa: partîû rêxiravên girêdayî bi opozîsiyonên netewên li Îran, li çarçoweya rexiravik siyasî, simînara guhirînên herêm, paşeroja Îran, li şarê stockholm bi rê dibin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa ; saet 9:30 li sibê zûya roja Şemî, 17 May 2014, bi mêvandariya kongra netewên Îrana fidral û bi pişkdariya partîû rêxiravên ser bi netewên cida cidayên li Îran û bi pişkdariya kêm renga partîû rêxiravên giştî(seraserî) û fars, simînara gurirînên herêm û paşeroja Îran, dest bi karê xwe kir.

Simînar îro li 3 panêlan hatibû pê, ku têde, Ziyaeddîn Eşrefî, Elîriza Nûrî Zadê, Elîriza Erdebîlî, Sîrûs Melekûtî, û Efrasiyab Şikuftê, li ser babeta” opozîsiyon û awirên bi paşeroja siyasiya Îran” gotinên xwe pêşkêş kirin û li panêla riform û nehiştina inhisar(helawirdin) li hukûmeta islamiya Îran: xeyal an rastî?, Mistefa Hicrî, Nasir bûlîdêyî, Hesen Êitimadî, Cuma Borişû Cemşîd Emîrî, gotinên xwe pêşkêş kirin.

Her wisa li saet 4ê paşniro de li panêla 3, bi navê “ sîstema polîtîka paşeroja Îran û mikanîsma pêwîst bo cêgir bûna demokrasîû mafê mirov “bi pişkdariya Yasîn Ehwazî, Ehmed Reifet, Ebdul Settar Doşkî, Îrec Misdaqîû Salih Hemîd , gotinên xwe pêşkêş dikin.

Roja Yekşem, 28ê Banemer( 18 May 2014), roja due û ya kutayiya vê simînarêye, ku her yek ji wan kesan, Ebdullah Moitedî, Şehriyar Ahî, Reûf Keibîû Hidayet Sultan Zadê, li ser pirsa “ pêwîstiya yekgirtin û hevpeywendiya hêzên demokratik” gotiên xwe dixne ber hole.

Her wisa simînar , bi gotebêjiya Dr. Moitesem Tatayî, ekonomîst û mamostayê zanîngeha şarê Lenden, kuta dibe.

Pêştir, Aso Salih li peywendiyik tev ajansa Kurdpa de, ev simînara li nawbera partîû rêxiravên siyasî de bê mînak binav kiribû, ku hegera vê jî bo nêzîkatiya pitira prosa siyasiya nihaya Îranêû her wisa serbixwiya simînarê ji desttêwerdana welatên din, wegerand.

Kongira ntewên Îrana fidral, li despêka heyva Reşema sala 1383a rojî li şarê Lenden de ji aliyê bizava demokrata Azerbaycan, partiya demokrata Kurdistana Îran, partiya hevpeywendiya demokrata Ehwaz û bereya yekgirtiya Belûçistan-Îran de hate damezirandin.

Bi bawira pitira çavdêrên siyasîû bispor ji pisê siyasiyên welatêÎranê, niha zêdetir ji niva xelkên li Îranê, opozîsiyona netewî tînên pê, ku li sistema siyasiya Îranê de hatine pişguh havêtinê.
20013.jpg

20014.jpg

20015.jpg

20017.jpg

20018.jpg

20019.jpg
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1395/09/06 - 2016-11-26 - 13:48

Li Eskîşehrê 16 mamosta hatine binçavkirin

1395/08/24 - 2016-11-14 - 17:33

Teqîna “Mîn”ê 2 hemwelatî birîndar kirin

1395/08/19 - 2016-11-09 - 13:04

Du girtiyên din ên kurd hatin darvekirin