Du çalakvanên kedkariyê hatin desteserkirin

Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`atê li bajarê Kirmaşan û Sine du çalakavanên Kedkariyê desteserkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 3`ê Xakelêweyê, çalakvanê kedkariyê yê bi navê Qudret Celalvend, xelkê bajarê Kirmaşanê, ji aliyê hêzên îtila`atê hate desteserkirin, û bo cihekî nediyar veguhastin.

Ev çalakvanê Kekdariyê roja Pênçşemî,19`ê Rêbendana sala 1396`an digel çalakvanekî din yê Kedkariyê yê bi navê Emîn Sîber, bi tawana lidarxistina civînên kedkariyê û tûjkirina wezîfedarên şaredariyî bo girevgirtinê desteserkirine, û piştire roja Yekşemî 13`ê Reşemeha vê salê bi danîna barmteyê hatibû azadkirin.

Ji aliyekî din ve jî, roja Înê 2`ê Xakelêweyî, çalakvanekî din yê Kedkariyê yê bi navê “Riza Emcedî” xelkê gundê Hesenava a girêdayî bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`atê hatibû desteserkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Ev çalakvanê Kedkariyî roja 13`ê Xermanana 1397`an, hatibû desteserkirin û piştî rojekê bi danîna barmteya bi qasî 30 milyon Tûmenî hatibû azadkirin.

Riza Emcedî, li sala 1394`an jî, piştî lidarxistina roja cîhanî a Kedkaran hatibû desteserkirin, û piştî derbazkirina sê mehan di girtîgehê de, û piştî tewavbûna heyama hepsê navbirî hatibû azadkirin.
منبع http://www.kurdpa.com‌ لینک مطلب http://www.kurdpa.com/index.php?id=76457&besh=dreje